"Tu fêde û mifaya tawana ‘xiyanetê’ li têkosîna rewa ya gelê Kurd tune ye"

"Tu fêde û mifaya tawana ‘xiyanetê’ li têkosîna rewa ya gelê Kurd tune ye"

PeyamaKurd- Yên ku tarîxa gelê kurd dizanin, divê bizanibin ku tekane rêya felat û çareseriyê tifaqa kurdî ye. Bi taybetî dema ku em tê de ne dide xuyakirin bê çiqasî pêwistî bi rêkeftin û tifaqa kurdî heye.

Partî, sazî, nivîskar û rewşenbîrên kurdî divê li gorî tekane rê û rêbaza çareseriyê bo kurdan li Rojhilata Navîn û li diî dagirkeriya dewletên wekî Tirkiye û Îranê tifaqa kurdî û liv û tevgera pêkbe ye.

‘TAWANA ‘XIYANETÊ’ BI QASÎ SERÊ DERZIYÊ JÎ FÊDE Û MIFAYÊ LI TÊKOŞÎNA REWA YA GELÊ KURD NAKE’

Li ser vê angaştê şêweyê derbirîn û çalakiyana gelekî girîng e. Tevgera di çarçoveyên di egoîzma rêxistinan, qebûlnekirina rêxistinên din ên siyasî û tawana ‘xiyanetê’ bi qasî serê derziyê jî tu fêde û mifayê li têkoşîna rewa ya gelê kurd nake û bi ser de jî dê kurdan mehkûmê îstîqameteke din bike ku ne diyar e berev ku ve diçe.

Lewra dema wê yekê hatiye, ku êdî kurd xwe ji hişmendiya partî û fraksîyonan rizgar bikin û xet û rêbaza niştimanî esas bigtin. Gelê kurd vêya ji siyasetmedarên kurdî daxwaz dike. Di heman demê de Cıvata navdewletî ya ku dixwaze alîkariya kurdan bike jî, daxwwaza vê yekê dike.

‘ŞOVA ÊLA KU VEGUHERIYE MEZÊXERÊN BÊHIŞMENDÎ’

Mirinên bîrdozîyî û hizrî rewşên diltezîn in ku jêvegera wan tine. Alîgirên PKKya ku dibêje em li 4 perçeyên Kurdistanê ‘mafê kurdan diparêzin’ baweriyê bi gelek tişên ku nîşanî wan didin bawer dikin. Ev yek gelek probleman bi xwe re tîne.

Duh li Almanyayê komeke alîgirê PKKê, Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hilbijartî yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi pankartan bi ‘îxanetê’ tawanbar kirin. Xwepêşandêran bi realîty şovekê dîsa bi rêbaza ‘kesê ku ne alîgirêm em be teqez îxanetkar e’ kirin û bi vê yekê re hewil dan balê bikşînin.

Bi ser de jî Binemala Barzaniyan ku zêdetirî 130 salî di ber rêya azadî û serxwebûna Kurdistanê de berdêlên giran dane, tawanbar dikin…

Ev êl ewçend nezan e ku bi tenê li Herêma Barzan zêdetirî 8 hezar zilamên malbatê bi destê Sedam ve hatine kuştin.

‘MA NE BARZANÎ BÛ KU PIŞTGIRÎ DA QENDÎL Û ROJAVAYÊ’

Alîkariyên Barzanî bo PKKê realîteyeke ku baş tê zanîn. Malbata Barzanî bi xwe li Qendîlê cih daye PKKê û deriyên sînorî yên di navbera Başûr û Rojavayê de vekirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û malbata Barzanî bi xwe bingeh danîn ku Amerîka bikaribê bo HSDê sewqiyata çek û cebilxaneyan bike.

Ev êla ku daketiye kolanan û amaje dike ku Barzaniyan rêya artêşa Tirkiyê bo vekiriye û wan bi îxanetê tawanbar dike, ya gelek nezan e yan jî dixwaze gumaneke wiha di nava xelkê de çêbike.

‘WISA DIDIN NÎŞANDAN KU PKK RAST E Û BINEMALA BARZANÎ ÎXANETKAR E’

Alîgirên rijd ên PKKê, daxuyaniyên Abbdullah Ocalan yên wekî em rêzê hesasiyetê Tirkiyê bigirin, tevî ku 40-50 hezar ciwanên kurd li Rojavayê hatin kuştin dibêje ‘em serweriya xaka Sûriyê de biparêzin’ re tiştekî nabêjin lê stratejiya dîplomatîk a Barzaniyan rexne dikin û wan wekî îxanetkaran nîşan didin, ev yek têra xwe tewş e.

Hêleke din a vê mijarê jî parvekirinê medyaya civakî yên van demên dawiyê ne.

Wisa diyar e ku alî û kesayetên nêzîkî PKKê senaroyoyên nêzîkbûna AKPê dîsa xistinê meriyetê.

 ‘TAKTÎKEKE PKKê: DAXUYANIYÊN NEPEN’

AKPya ku di hilbijartinên Stenbolê de têkçû, fêm kir ku piştgiriya kurdan winda kiriye, tavilê bi fermana Erdogan jokerê Ocalan xist dewrê. Lê AKPê dît ku dema vî jokerî borî ye û kurd dikarin bêyî wî jî tevbigerin.

 Mirov dikare vê nimayişa li Almanyayê ji hêla siyasî ve bixwîne. PKK dema dikeve tengasiyê, ji bo fêm bike be ka ewropî çawa li mijarê dinerin, sazî, rêxistin û kesayêtên nêzîkî bi daxuyaniyên nepen derdixe kolanan û dixwaze pankartên wiha hildin û meşan li dar bixin. Paşê jî li gorî fîdbekan stratejiyeke nû bi pêş dixe. Ev yek taktîkeke rêxistinî yê PKKê ye.

Ji ber rê li ber kesên wiha vekiriye ku ev yek zirarê dide yekîtiya kurdan, divê PKK daxuyaniyeke bide raya giştî ya kurdî û ji ber vêya xwerexneya xwe bide. Di bîrodoziya PKKê de xwerexnekirin rewşeke normal e. Ji bo şefafiyetê pêwist e serkirde xwerexneya xwe bidin.

Ji aliyê din ve qaşogiravî şêwirmend û rojnamevanên ku pişta xwe bi Başûr ve girêdane li hemberî vê rewşê dê helwesteke çawa nîşan bidin cihê pirs û meraqê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin