PeyamaKurd- Talîbanê, li Afxanistanê li bajarê Badgisê avêt ser baregeheka leşkerî. Di êrîşê de 30 leşkeran kuşt û baregehê xist destê xwe.
Parêzgeh ragihand ku ev êrîş piştî agirbesa Remezanê êrîşa yekeme û êrîşker baregeha leşkerî xistine destê xwe. Serokê meclisa bajêr Abdulezîz Bek ragihand ku Talîbanê li herêma Balamerghabê, baregeheka leşkerî kiriye armanca xwe û weha dewam kir:
“ Bi jimareyeka mezin çekdarên Talîbanê ji deverên cuda êrîş kirin ser baregehê. Piştî têkoşîneka dirêj 30 leşkerên Afxanistanê hatin kuştin û baregeh ji aliyê Talîbanê ve hat bidestxistin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin