Li Îzmîrê qedexeya stranên Kurdî, saredariyê bersiv da!..

Li Îzmîrê qedexeya stranên Kurdî, saredariyê bersiv da!..

PeyamaKurd – Hat zanîn ku li Îzmîrê navçeya Kadîfekaleyê di ahenga vekirina Bazara Pagos a Hilberîneran de, bo Komeleya Muzîsyenên Îzmîrê hişyarî hat dayîn ku stranên kurdî nestrin.

Rayedarên Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê piştî daxuyaniya Serokê Komeleya Muzîsyenan a derbarê qedexe danîna ser stranên kurdî dane xuyakirin ku wan di kampanya hilbijartinan de dirûşma ‘Pirrengî û pirdengî’ bikar aniye û ti helwesteke wan a qedexekirina kurdî nîne.

Lê belê Serokê Komeleya Mûzîsyenan Oktay Çaparoglu berevajî vê daxuyaniya rayedarên şaredariyê li ser rûpela xwe ya medya civakî da xuyakirin, “Mudaxele li repertuara me hat kirin ku li ser vê qedexeya kurdî jî tiştê dilê xwe dixwazim parve bikim. Di konserê de me yê stranên kurdî, erebî, gurcî, boşnakî, rûmkî, ermenkî, çerkezkî, lazkî, farisî, azerîkî û gelek zimanan bistranda. Lê geşedaneke balkêş çêbû. Ji me re gotin, ‘Qet nabe ku hûn bi Kurdî bistrin’.”

Piştî daxuyaniya Çaparoglu, rayedarê şaredariyê pêwendî li gel wî danî û li ser mijarê pê re axîvî û got ku qedexeya li ser kurdî nîne, şaş hatiye fahmkirin.

Çaparoglu got, “Kordînatorê Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê telefonî komeleya me kir. Got ku ya hatiye xwestin ew e ku dema şaredar Tunç Soyer li ser sehnê be, stranên Egeyê bên strandin, ji ber vê jî şaş hatiye fahmkirin. Feraseteke ku kampanyaya xwe ya hilbijartinê bi dirûşma ‘perrengî û pirdengî’ birêve biriye nabe ku li dijî ti ziman, çand, bawerî û şêwazê jiyanê qedexeyan deyne.”

Çaparoglu da zanîn ku ji wan re gotine, em dixwazin we li ser sehnê bibînin û bi berhemeke kurdî jî bistirin û bi muzîka xwe bibin alîkar ji wê rûhiyetê re ku em jî gelekî bi vê kêfxweş bûn û em hêvî dikin van tiştan li pey xwe bihêlin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin