Lawê Besar Esad di lîsteya danekirinan a Amerîkayê de ye

Lawê Besar Esad di lîsteya danekirinan a Amerîkayê de ye

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di çarçoveya Yasaya Parastinê ya Sîvîl Sezarê, lîsteya danekirinan eşkere kir. Li gor wê lîsteyê, lawê Beşar Esad, Hafız Beşar El Esad jî di nav wê lîsteya danekirinan de ye.

Di  daxuyaniya xwe ya nivîskî de Pompeo da zanîn, Amerîka wê hesabê zilma rejîma Esad û Beşar Esad ji wan bipirse. Pompeo eşkere kir ku di çarçoveya Yasaya Parastinê ya Sîvîl Sezarê de biryara danekirina yekem meha borî dane, ‘‘ Wezaretên Derve û yê Xezînê yê Amerîka, bi 14 biryarên danekirinan, di çarçoveya Yasaya Parastinê ya Sîvîl Sezarê de seferberiya li hember hêzên Esad berdewam dikin. Biryarên danekirinê yê niha, ji bo bîranîna qurbaniyên li herêmên "Hama ve Maarratünnuman" ên di 2011an û 2019an de, bi zilma rejîma Esad hatin kuştin e.

Hêza rejîma Esad, bûye sembola wehşet, zordestî û bêrêtiyê. Bi sed hezaran însan kuştin, çalakvanên aştîxwaz girtin û îşkence kirin, li dibistan, nexweşxane û cihên bazarê ewlehiya canên însanan nefikirîn. Di çarçoveya danekirinan, me navê General Zuheyr Esad, lawê wî Kerem Esad, lawê Beşşar Esad Hafiz Esad  xist lîsteya danekirinan.

Herwiha Pompeo got, 1.Parleşkeriya Hêzên Sûriyê jî xistine lîsteya danekirinan.

Pompeo da zanîn, Êdî dema qedandina şerê stemkar û bêmane yê Esad hat.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin