Rûsya: Eger hukumetekî berfireh ava bikin em ê tevlî merasimê bibin.

Rûsya: Eger hukumetekî berfireh ava bikin em ê tevlî merasimê bibin.

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser pêvajoya avakirina hukumeta li Afxanistanê şiroveyan kir û got eger li Afxanistanê bi tevlîbûna temamê hêzên etnîkî an ku milletên din hukumetekî nû ava bikin, wê Rûsya tevlî merasima avakirina hukumeta nû bibe. Lavrov, li bajarê St. Petersburgê bersiva pirsên rojnamevanan da û weha got:

“Em dixwazin destekê bidin pêvajoya nû ya avakirina hukumeta Afxanistanê. Talîban û temamê grûbên etnîkî yanî ne tenê Peştû lê Özbek, Hazarî, Tacîk jî di nav de ji bo hukumetekî ku temamê pêkhateyan hembêz bike ava bibe, em dixwazin destek bikin. Tenê hukumetekî berfireh dikare jiyana nû ya Afxanistanê rihet bike.

Eger ev bibin, emê bi welatên din re yên ku bandorê li pêvajoya rewşa Afxanistanê dikin, bi wan re bi rizamendî tevlî merasimê bibin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin