Rojnamevan Vedat Erdemci li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest daye

Rojnamevan Vedat Erdemci li Serêkaniyê jiyana xwe ji dest daye

PeyamaKurd -  YRDê ragihand ku rojnamevan Azad Vedat Erdemci di êrişên Tirkiyê yên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest daye.

Yekîtiya Ragihandina Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (YRD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku rojnamevanê Kurd Azad Vedat Erdemci 11ê Cotmehê di êrişên Tirkiyê yên li Serêkaniyê de jiyana xwe ji dest daye. 

YRDê derbarê aqibeta Erdemci ku nû zelal bûye dibêje di êrîşeke esmanî ya 11ê Cotmeha 2019an a li ser Serêkaniyê jiyana xwe ji dest daye.

 “Vedat Erdemci herî dawî li ser zarokên Êzidî yên li Baxozê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ve ji destê DAÎŞê hatibû rizgarkirin, dixwest belgefilmekê amade bike, bi destpêkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê re bi kamereya xwe ji bo rastiyan ji cîhanê re nîşan bide, dest bi xebatê çapemeniyê kir.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin