PeyamaKurd - Serokê Îtîlafa Dewleta Yasa Nûrî Malikî aşkera kir, ew li bendê ye ji aliyê serokkomarê Iraqê ve biryar bê dayîn ku wek cîgirê serokkomar bê erkdar kirin.
Nûrî Malikî di hevpeyvîneke li gel çapemeniya Iraqê de ragihand, zehmet e di vê rewşa niha de wek endamekî parlamentoya Iraqê kar bike û rolê xwe bilîze.
Sedem jî rawe kir ku parlamentoya Iraqê di çarçoveya erkên xwe yên destûrî derketiye û niha destwerdanê li wan karan dike ku li derveyî desthilatiya wê de ye, wek payeyên leşkerî û karûbarên darayî.
Malikî aşkera kir ew li bendê ye ku biryar bê dayîn ku ew wek cîgirê serokkomarê Iraqê bê erkdar kirin, ku li parlamentoyê sonda yasayî bixwe û wek cîgirê serokkomar dest bi kar bike.
Berî niha jî Malikî ragihandibû ku diyar nekirina cîgirê serokkomar binpêkirina destûriye û di destûrê de hatiye diyarkirin ku serokkomar dê cîgirek an jî zêdetir alîkarên wî hebin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin