Kerkûk | Di navbera hêzên Asayîsa Kurdistanê û DAISê de ser: Endamekî asayîsê can da

Kerkûk | Di navbera hêzên Asayîsa Kurdistanê û DAISê de ser: Endamekî asayîsê can da

PeyamaKurd – Li navçeya Qerehencir a Kerkûkê di navbera hêzên Asayîşa Herêma Kurdistanê û çekdarên DAIŞê de şer û pevçûn derket.

Hate ragihandin ku di bûyera ku îro danê sibehê 15 kîlometre li rojhilatê Qerehencirê rû daye de, çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin û endamekî asayîşê jî can daye.

Hate zanîn ku çekdarên DAIŞê li Qerehencirê êrîş birine ser marketekê. Piştî ku hêzên asayîşê gihîştine cihê bûyerê jî çekdar xwe di dibistanekê de veşartine û şer rû daye.

Di pevçûna ku çend demjimêran dom kiriye de, çekdarekî DAIŞê hatiye kuştin û endamekî asayîşê jî can daye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin