Amerîka amadekariyê dike Rûsyayê wek pistevana terorê ragihîne

Amerîka amadekariyê dike Rûsyayê wek pistevana terorê ragihîne

PeyamaKurd - Senatorê Komariyan Lendsey Graham û Senatorê Demokratan Ritchard Blumenthal projeqanûna hevpar a dualî ku Rûsya, Sûriye û hin welatên din wek piştevanên terorê ragihînin pêşkeşî Kongreya Amerîkî dikin.

Li gorî zanyariyan wê pêşniyarqanûn îro 20ê Hezîranê bi civîneke rojnamevanî bê ragihandin û hefteya bê jî biçe ber dengdanê.

Ger di dengdanê de ew pêşniyarqanûn bê pejirandin, wê di serî de Rûsya û çend welatên din wekî piştevanên terorê bên ragihandin û bikevin lîsteya reş a Amerîkayê.

Welatên heta niha li Amerîkayê wekî piştevanên terorê hatine pênasekirin; Kuba, Îran, Koreya Bakûr û Sûriye ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin