Kiliçdaroglu: Dixwazin 6,5 milyon Kurdên deng nedane wan ceza bikin!

Kiliçdaroglu: Dixwazin 6,5 milyon Kurdên deng nedane wan ceza bikin!

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di bernameyeke televizyonê de li ser mijara daxwazên girtina HDPê ji aliyê deshilatdariya Tirkiyê ve got “Desthilat dixwaze hemû Kurdên deng nedane wê ceza bike.”

Kiliçdaroglu li ser biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî diyar kir, divê yekser bên bicihkirin û Selahattin Demirtaş û Osman Kavala bilez bên berdan.

Serokê CHP li ser gefên girtina HDPê ji aliyê Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî ve û destpêkirina lêpirsînê ji aliyê Dadgeha Bilind ve bo HDPê wiha got: “Eger hûn bi girtina HDPê 6-6.5 milyon kes ceza bikin navê vê ne demokrasî ye. Ne sazî mirovên di nav de dikarin tawanan bikin. Ji xwe derbarê wan de eger tiştek hebe hûn dozê vedikin. Hûn mafdar in yan na ew jî ne diyar e, ji ber biryareke diyar a dadgeriyê nîne. Ya rast tabloya ez dibînim ev e: Desthilat dixwaze hemû Kurdên deng nedane wê ceza bike.”

Kiliçdaroglu da zanîn: “Eger di cîbicîhkirina planê (Palana Mafên Mirovan) de ji dil in, divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê yekser bên cîbicîhkirin. Selahattin Demirtaş û Osman Kavala yekser bên berdan. Dadgerên biryarên Dadgeha Destûrî cîbicîh nekin yekser ji kar bên dûrxistin, ji ber evna ne dadger in. Wan fermana otorîteya siyasî anîne cih. Eger Erdogan ji dil e yê ew biryar daye û dadgerên biryara Dadgeha Destûrî cîbicîh nekirine divê bên dûrxistin. Çend gavên wiha baş biavêje emê jî bibêjin gavên ji dil tên avêtin û bawer bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin