NATO: Divê êdî hemû berpirsiyariyê Afgan bigirin ser xwe!

NATO: Divê êdî hemû berpirsiyariyê Afgan bigirin ser xwe!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, ragihand ku piştî vekişîna hêzên amerîkî ji Afganistanê, artêşa Afganistanê êdî gihîştiye wê asta xwe li hember êrîşên Talîbanê biparêze.

Stoltenberg diyar kiriye ku artêş û hikûmeta Afganistanê êdî dikare bêyî piştevaniya navdewletî li ser lingan bimîne û gotiye, “Afganistanê rêyeke dirêj derbas kiriye, di pêkanîna hêzên kêrhatî yên ewlekariyê û pêşvebirina aborî-civakî de. Êdî pêwîste ji bo pêkanîna aramî û aştiyê hemû berpirsiyariyê Afgan bigirin ser xwe.”

Stoltenberg herwiha daye xuyakirin ku hebûna NATOyê li Afganistiyê wê xeteriyên wê hebin lewma jî pêwîst nake bimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin