Gundewarên Eyn Îsa ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

Gundewarên Eyn Îsa ji aliyê artêsa Tirkiyê ve hatin topbarankirin

PeyamaKurd – Gundên Hoşan û Dibis yên Eyn Îsayê, ji aliyê artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozisyona Sûriyê ve, hat topbarankirin.

Çavkaniyên xwecihî diyar dikin, şeva borî artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê, ji gundewarên Grê Spî, gundên Hoşan û Dibis yên Eyn Îsayê, herwiha rêya M4 a navdewletî topbaran kirin.

Derbarê ziyanan heta niha tu zanyarî nehatine belavkirin. 

Eyn Îsa ku bajarekî biçûk e, lê xwedî girîngiyeke stratejîk a mezin e. Eger ew bajar têkeve destê Tirkiyê û çekdaran, ew ê rêya di navbera Herêma Cizîrê û Kobanî de qut bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin