PeyamaKurd - Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî li Qesra Spî, ragihand ku ewê ambargoyên zêdetir li ser Îranê bisepînin û bi zextên di dewra Obama de namînin, wê zêdetirê wan bikin.
Bolton, der barê ambargoyên li ser Îranê de axivî û diyar kir ku ambargoyên niha li ser Îranê têne sepandin têr nakin û wê van derxînin asteke bilindtir.
Bolton anî ziman ku di zemanê Barack Obama de ambargoyên ku dihatin sepandin gelekî kêm bûn û ew dê van derxînin asteke bilindtir.
Ambargoya Amerîkayê ya li ser nefta Îranê ji îro pê ve kete rewacê û ji xeynî 8 welatên ku heta demekê muaf hatin girtin yên nefta Îranê bistînin dê werin cezakirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin