Di serî hildana girtîgehê de 46 kesan can da

Di serî hildana girtîgehê de 46 kesan can da

PeyamaKurd – Li eyaleta Portuguesa ya Venezuelayê di girtîgeha Los Llanos de, girtiyan serî hilda ku li gorî ragihandina berpirsên Venezuelayê herî kêm 46 kesan can daye û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina Wezîrê Girtîgehan ê welatê Venezuelayê Iris Varela, bûyer ji ber hewleke firarkirinê rû daye û midurê girtîgehê jî bi çekan hatiye birîndarkirin.

Li gorî zanyariyan tê texmînkirin ku serhildana girtiyan bi sedema qedexekirina birina xwarinan ji aliyê malbatên wan ve ku ji ber vîrusa korona ew biryar hatiye dayîn, rû daye.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin