PDK îro bi fermî vedigere Kerkûkê û dest bi xebatên siyasî dike

PDK îro bi fermî vedigere Kerkûkê û dest bi xebatên siyasî dike

PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an, îro Yekşemê 5ê Mijdara 2023yan bi fermî vedigere Kerkûkê û dest bi xebatên xwe yên siyasî dike.

Beriya vegera fermî ya PDKê Serok Barzanî avahiya Encûmena Serkirdatiya PDKê wekî serkirdatiya PDKê biryar dabû, radestî Zanîngeha Kerkûkê tê kirin. Piştre jî PDK baregeha Liqê Sêyem li Kerkûkê werbigire û dest bi xebatên xwe yên siyasî bike.

Hate ragihandin ku beriya Baregeha PDKê radestî Zanîngeha Kerkûkê bê kirin, hemû kelûpelên avahiya encûmenê hatine derxistin û ti hêzên ewlehiya Iraqê jî tê de nemane.

Biryar e bi amadebûna Endamê Komîteya Navendî ya PDKê Şaxawan Ebdullah û Berpirsê Liqê Sêyem ê PDK’ê yê Kerkûkê Mihemed Kemal, avahiya Encûmena Serkirdayetiyê pêşkêşî Zanîngeha Kerkûkê bê kirin.

Hêjayî gotinê ye, PDK di gava duyem de jî avahiya Buroya Rêxistinê ya Kerkûk-Germyanê ku Kemal Kerkûkî serokatiya wê dike û niha li Hewlêrê xebatên xwe dimeşîne li Kerkûkê vdike, lê hê dîroka vekirinê eşkere nebûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin