PeyamaKurd – Kurdekî ji Rojhilatê Kurdistanê bi navê Bextiyar Mûsazade, do ji ber sermayê li devereke sînorî ya navbera Polanda û Almanyayê can da.
Koçberê Kurd Bextiyar Mûsazade, beriya niha li Kampa Barîke ya penaberên Rojhilatê Kurdistanê ya li parêzgeha Silêmaniyê niştecî bû û tevî koçberên ku ji bo biçin Yekîtiya Ewropayê berê xwe dane Belarûsê, bi rê ketibû.
Li gor zanyariyan, Mûsazade piştî derbasbûna ji sînorê Belarûsê, li ser sînorê navbera Polanda û Almanyayê ji ber sermayê can da.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin