Komela Cîhana Îslamî êrîsa li ser Hewlêrê sermezar kir

Komela Cîhana Îslamî êrîsa li ser Hewlêrê sermezar kir

PeyamaKurd Komela Cîhana Îslamî êrîşa mûşekî ya li ser bajarê Hewlêrê şermezar kir.

Sekreterê Giştî yê Komela Cîhana Îslamî Mihemed Bin Ebdulkerîm Îsa bi daxuyaniyekê, êrîşa li ser Hewlêrê şermezar kir û da zanîn, êrîş destdirêjiya li ser aramî û ewlehiya Iraq û gelê wê ye.

Li gor Sekreterê Giştî ya Komela Cîhana Îslamî eşkere kir, ew hemû kiryarên tundrewî, teror û tundûtijiyê red kirin.

Herwiha Îsa bi navê Sekreterê Giştî yê Komela Cîhana Îslamî, deste û encûmenên wê, hevxemiya xwe tam bi Iraqê re di rûbirûbûna hemû gefên li ser ewlehî û aramiya wê de nîşan da.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin