PeyamaKurd - Peykerê naskirî û dîrokî ye Şêrê Efrînê, ji aliyê komên çekdar yên girêdayî Tirkiyê ve hate dizîn.
Piştî ku Efrîn ket destê komên çekdar û Tirkiyê, navçeya dîrokî ya Nebî Hurî û dehan cihên din yên dîrokî, hatine talankirin.
Ev şêrê Efrînê li Eyin Dare, wekî semoboleke wî bajarî dihat naskirin, ji aliyê komên çekdar dizîn û bo cihekî ne diyar birin.
'Komên çekdar bi awayekî sîstematîk talan dikin'
Peykerê şêrê baziltî li navçeyeke girîng ya dîrokî bû, komên çekdar li navçeya Nebî Hûrî ku bi Sîros tê naskirin û tije asarên dîrokî ne, bi awayekî sîstematîk talan kirine. Li heman cihî bi awayekî heremekî jî dest bi kolandinê kirine.
Li gor nûçeya Rûdawê zanyariyên berdest, proseya dizîn û talankirin û kolandina navçeya Nebî Hûrî ya dîrokî, li ber çavê artêşa Tirkiyê çêdibe. Grûpên çekdar li cihên dîrokî, nahêlin ti kesek nêzîk bibe, dîroka van berheman vedigere 280 salên berî zayinê û ji aliyê Netewên Yekbûyî (NY) ve, bi navçeyeke girîng ya dîrokî tê naskirin.
'Hejmareke zêde ji darên zeytûnan jî jê birîn'
Ne tenê li vî cihî dîrokî, berhemên dîrokî yên Efrînê hatine dizîn û têkbirin, belkî grûpa bi nav Sultan Murad ku pirnaiya endamên wê Turkumenên sûrî ne û girêdayî Tirkiyê ne, li gundên Bîbaka, Quşa, yên ser bi Biliblê ve, bi amûrên mezin, yên weke bagir, tirêx dest bi proseyên kolandina berheman kirin û bo vê mebestê jî hejmareke zêde ji darên zeytûnan jî jê birîn.
Efrîn, bajarê Zeytûn û berhemên kevnar, bi hemû cûran tê talankirin û têkbirin. Tevî ku bi dehan rêxistinên navdewletî û xwechî van hemû binpêkirinan bi dukument kirine, lê heta niha jî sînorek ji kiryarên komên çekdar ve hatiye dayin û opozîsyona Sûriyê jî berdewamî îdîa dike, ku li wan navçeyan ti binpêkirinek nehatiye kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin