PeyamaKurd- Nûnertiya dewleta Yûnansitanê li herêma Kurdistanê heye lê niha Yûnanistan biryarê daye ku nûnertiya xwe bike konsulxane. Nûnerê Yûnansitanê li Hewlêrê Îfsa Îmyos Kosto Polos ligel Parêzgerê Hewlêrê Newzad Hadî civiyaye û gotiye ku wê nûnertiya xwe bikin konsulxane.
Polos di hevdîtina xwe ya bi parêzgerê Hewlêrê bi Newzad Hadî re de, pesnê herêma Kurdistanê bi aramî, pêşkeftin û avakirinê daye. Her weha nûner ragihandiye ku dixwazin di warê bazirganî û geştiyariyê de bi hukumeta Kurdistanê re pêwendiyan deynin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin