Konsulxaneyên li Kurdistanê zêde dibin!

Konsulxaneyên li Kurdistanê zêde dibin!

PeyamaKurd- Qasidê Sirbîstanê yê li Bexdayê, piştî ku hinek pêwendî li Kurdistanê pêk anîn, got ku welatê wî jî wê li Kurdistanê konsulxaneyê veke.

Qasidê Sirbîstanê yê li Bexdayê Uros Balov got ku vekirina konsulxaneyê ji bo her du aliyan jî wê pir feydedar be. Jixwe têkiliyên me û Kurdistanê baş in. Êdî bi vî rengî têkiliyên bazirganî û siyasî wê baştir bibin.

Balov wiha dewam kir: “Em bawer dikin ku Kurdistan cihê zanîn û azadiyê ye. Ji ber vê yekê em başkirina pêwendiyan pir girîng dibînin. Ji ber vê yekê jî em dixwazin konsulxaneyekê vekin. Ji bo vekirina konsulxaneyê serê sala 2019an tê fikirîn.”

Niha konsulxaneyên 38 dewletan li Kurdistanê hene.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin