PeyamaKurd – Hat ragihandin ku baregeha hêzên asmanî ya Eyn El-Esed a Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê ku li parêzgeha Enbarê ya Iraqê ye rastî êrîşa moşekî hat.
Li gorî nûçeya Alsumaria Newsê çavkaniyê gotiye 3 moşekên katyûşayê ber bi baregeha Eyn El-Esedê ya asmanî ve hatine avêtin ku yek ji wan li nêzî niştecihbûna malbatan a li taxa Muesese ya herêma Bexdadî ya rojhilat ketiye.
Hat diyarkirin ku di encama wê êrîşê de ziyanên madî û canî çênebûne.
Hêjayî gotinê ye, li baregeha Eyn Esedê hêzên Amerîkî dimînin û gelek caran milîsên îranê bi moşekan êrîşî wê baregehê dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin