PeyamaKurd – Rêyên diçin Meydana Tehrîr û Navçeya Kesk li Bexdayê, li hember derketina xwepêşandanan ji aliyê hêzên Iraqî ve îro danê sibê hatin girtin.
Li gor zanyariyan, biryar e îro 25ê Cotmeha 2022an, li Bexdayê li dijî rewşa siyasî, ewlehî û kêmbûna xizmetguzariyan, xwepêşandan bêne kirin.
Hat ragihandin, hêzên ewlehiyê pira El-Cumhuriye û El-Senk û hemû rêyên ku diçin meydana Tehrîr û Navçeya Kesk a ku hikûmet, parlamento û nûneratiyên dîplomatîk lê ne girtin.
Herwiha hat eşkerekirin, hêzên ewlehiyê tedbîrên xwe yên ewlehiyê tundtir kirine û li deriyên rêyên ku diçin meydanên sereke, berbestên betonî danîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin