Îranê, Amerîka ji ber balafira sîxuriyê hisyar kir!

Îranê, Amerîka ji ber balafira sîxuriyê hisyar kir!

PeyamaKurd- Artêşa Hêza Deryayî ya Îranê daxuyaniyek da û destnîşan kir ku ji bo balafira sîxuriyê ya Amerîkayê ya cureya EP-3E ya ku hewil dida bikeve qada hewayî ya Îranê, hişyarî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku balafireke sîxuriyê ya Amerîkayê hatiye tesbîtkirin ku hewil dide derbasî asîmanê Îranê li deryaya Erebî li başûrê wî welatî bibe.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku “Ji bo pêşî li binpêkirina qada me ya hewayî bê girtin, me hişyarî şand ku bi balafira sîxuriyê dihat xwestin ku bêyî destûr bikevin qada hewayî ya welatê me.”

Îranê herî dawî di sala 2019an de balafira bêmirov a RQ-4A Global Hawk a ku di xebatên kifş û sîxurî yên Amerîkayê de li Tengava Hurmuzê li başûrê welêt dihat bikaranîn, xistibû xwarê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin