PeyamaKurd - Nûnera Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê Jeneane Hennes Plasschart li merasîma bîranîna Komkujiya Êzidiyan ya li Duhokê ragihand, rewşa Şingalê gelek xirab e û Gu got, NY ji berdewambûna rewşa xirab a koçberên Kurdên Êzidî û avadannekirina navçeyên wan dilgiran e.
Nûnera Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî bo karûbarên Iraqê, Jeneane Hennes Plasschart ragihand ku di dema serdana xwe de bo Şingalê, wê serdana gundê Koço û Çiyayê Şingalê jî kiriye û diyar kir, heta niha rewşa wê navçeyê xerab e û ti xizmetguzarî jî lê tune ne.
Hennis-Plasschaert got ku tevî 5 sal di ser êrîşa DAIŞê ya bo ser Şingalê re derbas bûye, lê belê hêj jî Çiyayê Şingalê tije ji konên koçberan e.
Hennis-Plasschaert got: “Duh min careke din serdana navçeya Şingalê û gundê Koço kir, ez li wê yekê mukir têm ku ji ber wê wêraniya mezin a ku heta niha li wê navçeyê heye, matmamyî mame. Derfeta min hebû ku li gel hejmareke zilam û jinên rizgarbûyî biaxvim, ew wisa hest dikin ku bi tenê mane û hemû kes ew hiştine. Di demekê de ku Iraq welatê wan e, ew pirsiyarê dikin û dibêjin, gelo desthilata Iraqê piştî çendîn salan ji rizgarbûna wan, hêj wan weke welatiyên Iraqê dibîne yan na? Ew çiyayên ku di dema reva xwe de, berî 5 salan penah xwe biribûn wê derê daku ji mirinê rizgar bibin, hêj jî ew çiya tije ji konên koçberan e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin