PeyamaKurd- Yek ji rayedarên ku ji Polîtîkayên Aboriyê yên Bulgaristanê berpirs e, li ser hevdîtina ligel kompaniya enerjiyê ya Rusyayê Gazpromê daxuyaniyek da. Li gorî daxuyaniyê, dê Bulgarîstan, tenê li ser lihevkirina kontrata heyî hevdîtinan bike, ew ê hevdîtinên li ser bazarên nû neyên kirin.
Berpirsê Polîtîkayên Aboriya Bulgaristanê Hristo Aleksiev, di derbarê hevdîtinên dê bi Gazpromê re bên kirin de ragihand ku ew ê li ser peydakirinê hevdîtinek nekin, hevdîtina wan dê tenê li ser lihevkirina heyî bê kirin.
Di hevdîtina Aleksiev ya ku ligel Gerînendeyê Giştî yê Enerjiyê yê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Ditte Juul Jorgensen hatibû kirin de hat gotin ku
“Aleksiev neyeta xwe bi awayekî zelal eşkere kir ku hikûmeta Bulgar, ligel Gazpromê, peymanên nû çênake, tenê ew ê li ser peymana heyî berdewam be û dê hevdîtin jî tenê di vê çarçoveyê de bên kirin. Hikûmeta derbasdar, bi vê mijarê re eleqedar nabe.
Encax hikûmeta ku nû were, ligel parlamentoyê dikare biryarên di derbarê pêşerojê de bide.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin