PeyamaKurd - Malbateke Hîndistanê navê cêwiyên xwe kirin ‘Kovid’ û ‘Korona’. Malbat dibêje eger bixwazin di demên pêş de dikarin navên wan bêne guhertin.
Korona ango Covid-19ê li seranserê cîhanê belav dibe û yek ji van deveran jî Hîndistan e. Li seranserê wî welatî karantîna heye. Di rewşeke wiha de malbateke Hîndistanê navê cêwiyên xwe yê nû çêbûne kirin ‘Kovid’ û ‘Korona’. Malbat diyar dike ku di demên pêş de dikarin navên wan bê guhertin.
Dayîka cêwiyan li ser navdayînê got, “di esasê xwe de vayrûs bi talûke ye û jiyanê tehdîd dike lê kir ku însan bêhtir li ser sanitasyon, paqijî û hijyenê miqate bin. Lewma me ev nav li zarokên xwe kirin.”
Li Hîndistanê heya niha 2 hezar û 567 haletên tûşbûnê hatine tomarkirin û ji van 72 kesan ji ber wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin