Îro Serokê Herêma Kurdistanê bi Cihnisînê Abû Dabî re dicive

Îro Serokê Herêma Kurdistanê bi Cihnisînê Abû Dabî re dicive

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do bi serdaneke fermî gihîşt Îmaratê. Armanca serdana Serokê Herêma Kurdistanê û şanda bi wî re, bi hêzkirina pêwendiyên siyasî û aborî di navbera her du aliyan de ye.

Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe de, bi Cihnişînê Abû Dabî Mihemed Bin Zayid AL-Nehyan û Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îmaratê û çend berpirsên din ên pile bilind ên Îmaratê re dicive.

SB- Ehmed EL-Zahirî, Qunsulê Giştî yê Îmaratê li Hewlêrê diyar dike: "Ev serdana ji bo Îmarata Erebî ya Yekgirtî, li ser vexwendina birêz Şêx Mihemed Bin Zayid AL-Nehyan hatiye, Serdana birêz Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo welatê Îmaratê ji ber ew pêwendiyên dûrûdirêj ên bi hêz di navbera serkirdeyên welatê Îmarata Erebî ya yekgirtî û serkirdeyên Iraqê de ye, bi taybet li gel serkirdeyên Herêma Kurdistana Iraqê. Serdana vê dawiyê ya Birêz Serok Nêçîrvan Barzanî ji bo welatê Îmaratê û hevdîtina wî li gel bi rêz Cihnişîn Mihemed Bin Zayid, bandoreke wê ya erênî hebû, ji bo bihêzkirina pêwendiyên aborî û weberhênanê. Bêguman serkirdeyên genc wek Serok Nêçîrvan roleke wan ya mezin heye li Iraq û Herêma Kurdistanê, herwiha li navçeyê û li Cîhanê jî, îro serdana Serok Nêçîrvan Barzanî bi dilniyayî yek ji wan serdanan e, ku tê de Welatê Îmarata Erebî ya Yekgirtî hewl dide, bi rêya wan pêwendiyên du alî li gel Iraq û serkirdeyên Iraqê bi hêz bike"

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin