Ji ber guhdarîkirina radyoyeke Amerîkî hat îdamkirin

Ji ber guhdarîkirina radyoyeke Amerîkî hat îdamkirin

PeyamaKurd – Li Koreya Bakur zilamekî masîvan bi sedema ku di belema xwe de, li ser deryayê guhdariya radyoyeke Amerîkî kiriye ji aliyê hêzên emnî yên hikûmeta Kim Jong ve hat îdamkirin.

Li gorî nûçeya medya Koreya Başûr, zilamekî bi navê Choi ku qeptaniya keştiya masîvaniyê dikir, 15 salan li Radyoya bi navê Radio Free Asia (RFA) ya Amerîkî kiriye û piştî ku li xwe mikur hatiye jî hatiye îdamkirin.

Choi ji aliyê hêzên hikûmeta Koreya Bakur ve li ber çavê 100 masîvanan hat înfazkirin.

Hat zanîn ku giliyê Choi ji aliyê xebatkarekî keştiyê ve bo rayedarên Koreya Bakur hatiye kirin ku li radyoya fermî ya Amerîkayê guhdar dike.

Choi dema tê girtin li xwe mikur tê ku 15 salan ew radyo guhdar kiriye û ji ber wê jî hat îdamkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin