PeyamaKurd - Li yaleta Geznî ya Afxanistanê di encama teqînekê de bi kêmanî 7 serbaz hatin kuştin û bi dehan serbaz jî birîndar bûn.
Îro Duşemê danê sibehê (18.05.2020) li bajarê Geznî yê Afxanistanê, ku navenda eyaleta Geznî ye jî, wesayîteke bombekirî hat teqandin.
Li gorî zanyariyên ewil, di wê teqîna xwekujiyê de bi kêmanî 7 serbaz hatin kuştin û 40 serbaz jî birîndar bûn.
Hêjayî gotinê ye ku heta niha nayê zanîn teqîn ji aliyê kê ve hatiye pêk anîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin