Lîbya balafireka Hafter xist

Lîbya balafireka Hafter xist

PeyamaKurd- Li Lîbyayê hêzên hukumeta ku rewa tê qebûlkirin, balafireka bi ser hêzên general Hafter de xistin. Balafira hêzên Hafter ya Rûsyayê Mig 23 ye. Ragihandina nûçeyê ji aliyê hesabê Facebookê ya oda operasyona El Gadabê ku ya hukumeta Lîbyayê ya rewaye, hat kirin. Pîlotê balafirê xwe bi paraşûtê ji balafirê avêt jêr û bi esîrî ket destê hêzên hukumeta Lîbyayê.

Hêzên general Hafter û hukumeta Lîbyayê ji 4 ê nîsanê de heya roja me lihev dixin û her dû alî xwe hukumeta rewa bo Lîbyayê dibînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin