PeyamaKurd – Li Amerîkayê li Carolîna Bakûr li ser giliyekî polîs avêt ser navnîşanekî û di navbera kesên li malê û polîsan de şer û pevçûn derket. Di encamê de 2 ji wan polîs 5 kes hatin kuştin.
Ji baregeha Şarîfê Wataugayê hat ragihandin ku li bajarokê Blue Ridge di navbera kesên li malê û polîsan de şer derket. Pevçûn li dora 13 sietan dewam kir.
Kesên hatine kuştin 2 ji wan polîsin, yek ji wan êrîşkere û her du kesên din diya êrîşker û zirbavê wî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin