Trump: Wê Koronavîrus di derbekê de bi dawî bibe

Trump: Wê Koronavîrus di derbekê de bi dawî bibe

PeyamaKurd - Li gor Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kir, wê vîrusa Korona di derbekê de bi dawî bibe.
Trump ji kanala Fox Business re ragihand,  ew ê di bergirtina şewba vîrusa Korona de ber bi asteke baştir ve herin.

Trump got, ‘’Ez ji alîyekî de jî dibêjim vîrusa Korona wê di derbekê de bi dawî bibe, biqede, wiha hêvî dikim.’’

Vîrusa korona di meha Nîsanê de li Amerîka derketibû asta herî bilind û dû re bi tedbîran, hejmara pêketinên nû yên rojane heta 15’ê Hezîranê kêm bibû.

Hejmara pêketiyên nû yên rojane, di 25 û 26’ê Hezîranê de bi awayekî dîsa zêde bû. Hin eyaletên Amerîka ji ber zêdebûna pêketinên nû, sistkirina tedbîran bi dawî dikin.

Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê, li Amerîka ji 2,650,000 kesan zêdetir kes bi vîrusa korona ketine û 127,681 kesan jî ji ber wê can dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin