PeyamaKurd – Amerîka ragihand ku balafirên wan êrîşê birine ser rêxistina Eş-Şebabê ya li Somaliyê û di encama êrîşê de 5 endamên rêxistinê hatine kuştin.
Li gor ragihandina fermandariya hêzên li Arfîkayê yên Amerîkayê AFRICOM ê; li Saha Wayneyê duhî êrîş birine ser Eş-Şebabê û di nav kuştiyan de serokên rêxistinê jî hene. Di nava 5 kesan de yek heye ku berê tevlî êrîşên ser hêzên Amerîkayê û Somaliyê bûye.
Amerîka par li dora 50 êrîşan biribû ser rêxistinê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin