PeyamaKurd- Şaredariya şehrê Bîngolê bi sedema hatina cejna Remezanê bo 500 malan paketên diyariyê şand ku di nava wan de şekir, kolonya hebûn. Armac ji belavkirina paketan ew e ku dê zarok nikaribin di cejnê de derên derve da şekiran bidin hev û weka dilxweşiyeka zarokan van paketan belav kirine.
Beşa ragihandinê ya şaredariyê ragihand ku paket di bin şertên paqijiyê û hîjyenîk de hatine amadekirin. Di sîstema belavkirina paketan de wekheviyê dane ber çav û li temamên taxan belavkirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin