PeyamaKurd- Li bajarê Agiriyê li navçeya Bazîda Rojhilat li gundên der û dor grûbekî PKKê û leşkerên Tirkiyê leqayê hev hatin û di navbera wan de şer derket. Di encamê de 6 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bûn, bi ambûlansan birin nexweşxaneya Bazîdê û yek ji birîndaran mir. Ji yê PKKê jî şervaneke wan hat kuştin.
Li gor ragihandina dewletê di nava PKK ê de yên ku reviyane birîndar hene. Li herêmê piştî şerê germ operasyon dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin