PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, beriya civîna Wezîrên Derve yên NATOyê civîneke rojnamevanî li dar xist û derbarê êrîşên Rûsyayê yên ser Ukraynayê de ku ji 24ê Sibata borî ve berdewam dikin daxuyanî dan.
Stoltenberg, bal kişand ser dîmenên înfaz û tevkujiya sivîlan li bajarokê Bûça yê girêdayî paytexa Ukrayna Kîevê û got: “Wê welatên endamên NATOyê fişareke nedîtî li ser Pûtîn bikin.”
Stoltenberg ragihand ku ew dê piştevaniya Ukraynayê bi alavên pêşketî yên leşkerî bidomînin û diyar kir, ew li bendê ne Rûsya ji bo dagirkirina bi temamî ya herêma Donbasê êrîşên xwe zêdetir bike û pirekê di navbera wê herêmê û Qirimê de pêk bîne.
Herwiha Stoltenberg li ser dîmenên Bûçayê destnîşan kir: “Ev şer tawana Pûtîn e. Dîmenên ku ji Bûçayê hatine, hovîtiyeke ku bi deh salan Ewropayê şahidiya wê nekiriye ye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin