PeyamaKurd - Berdevkê polîsê parêzgeha Diyale Xalib Etiye ragihand, îro ji ber teqînekê 5 leşkerên Iraqê birîndar bûne û 7 gumanbar jî hatine girtin.
Xalib Etiye ji medya Kurdistanê re da xuyakirin, îro 20.08.2019ê demjimêr 10:00ê serê sibehê bombeyeke çandî li ser rêya axî ya sînorê bajarê Baqûbe ya navenda parêzgeha Diyale di Hummereke Iraqê de hatiye teqandin û di encama teqînê de 5 leşkerên Iraqê birîndar bûne ku yek ji wan jî efser e.
Berdevkê polîsê Diyale diyar kir ku herwiha îro li çend navçeyên cuda cuda yên Diyale 7 kesên gumanbar hatine girtin ku li hember wan doz li gorî madeya 4 a terorê hatiye vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin