Li Brezilya agir bi nexwesxanê ket: 4 mirî

Li Brezilya agir bi nexwesxanê ket: 4 mirî

PeyamaKurd – Li welatê Brezîlya li eyaleta Sergipe li bajarê Aracajuyê di nexweşxaneyekî de şewat derket û di encamê de 4 kes mirin. Şewat li nexweşxana bi navê Doutor Nestor Piva derket û piştî şewat giha beşa nexweşên Kovid-19 ê, 4 kes mirin.

Şewat ber destê êvarê derket û nexweşên li nexweşxanê birin nexweşxaneyên din. Rêvebirê îtfaiyê Breno Queiroz eha got:

“Mirov dikare weka encamê şewatê, şewatê mezin bihesibîne. Esas arîşe dûmana ku li beşa nexweşên Kovid-19 ê gihaye hev û neqla nexweşan bû.”

Sedema derketina şewatê heya niha nayê zanîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin