Fransa | Plana êrîsa ku ji Sûriye û Iraqê dihat birêvebirin hat têkdan

Fransa | Plana êrîsa ku ji Sûriye û Iraqê dihat birêvebirin hat têkdan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Fransayê palana êrîşekê ku ji Iraq û Sûriyê hatibû plankirin hatiye têkbirin.

Li herêma Brest a bajarê Fînîstere ya li bakurê rojavayê Fransa 7 kesên ku amadekariya êrîşekê dikirin hatin girtin ku kesên hatine girtin jî ji aliyê îstîxbarata Fransayê ve weke kesên metirsîdar li ser ewlekariya Fransayê hatibûn tomarkirin.

Radyoya Europe 1jî ragihand, kesên hatine girtin pêwendiya wan bi komên Îslamî yên tundrew re hene.

Rêveberiya Giştî ya Ewlekariya Navxweyî ya Fransayê da xuyakirin ku kesên palana êrîşê dikirin, ji Iraq û Sûriyê ve dihatin birêvebirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, di meha Çile ya 2015an de komeke îslamî yên radîkal komkujiyek li ser kovara Chasrlîe Hebdo pêk anîbûn û di wê êrîşê de 255 kesan can dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin