PeyamaKurd – Serokatiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek di derbarê êrişên li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û bingeheke hêzên Tirkiyê li Başîqayê da û ew êrîşana, weke “êrîşên terorîstî” bi nav kir. Herwiha diyar kir: “Dubarebûna wan êrîşan ji bo çend caran pêwîstî bi helwêsteke ciddî heye û divê sînorek jê re bê danîn.”
Serokatiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de, bi tundî êrîşan şermezar dike û dide zanîn: “Tu hincetek ji bo van êrîşan nîne, ji xeynî ziyan û têkdana aramî û alozkirina zêdetir a rewşa Iraqê. Tu tiştekî din li pey nayê û bi temamî li dijî berjewendiyên welat e.”
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye eşkerekirin: “Dubarebûna van êrîşan, ji bo çend caran, pêwîstî bi helwêsteke cidî heye û divê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî hemahengî û alîkariya di navbera xwe de zêdetir bikin ji bo rûbirûbûna wan komên ku li pişt van êrîşan e û sînorekî yekcarî ji wan re bê danîn, da ku careke din aramî û asayişa welat nexin metirsiyê û rewşê aloztir nekin.”
Derdora saet 09:50 şeva 14ê Nîsanê, êrîşek li dijî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hat encamdan. Saziya Dije Terorê ya Herêma Kurdistanê ragihand, êrîş bi moşekekê bûye û moşek li nêzîkî balafirxaneyê ketiye xwarê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin