Tirkiye di belavbûna vîrusê de bûye yekemîn, Îmamoglu qedexeya derve dixwaze

Tirkiye di belavbûna vîrusê de bûye yekemîn, Îmamoglu qedexeya derve dixwaze

PeyamaKurd – Li gorî amarên Zanîngeha Johns Hopkins a Amerîkî li gorî rojan Tirkiye di tomarkirina tûşbûyên Covid-19 de ketiye rêza yekemîn li cîhanê.

Li gorî amarên zanîngehê li gorî 10 rojên destpêkê yên belavbûna vîrusa koronayê Tirkiyeyê ji Amerîka, Îran, Koreya Başûr, Almanya, Îspanya, Îtalya û Fransayê di bilindbûna hejmaran de derbas kiriye û bûye yekemîn.

Li aliyê din bajarê herî xeter û mezin ê Tirkiyê Stenbol di belavbûna vîrusê de herî li pêş e ku şaredarê CHPyî yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu ev çend roj in bangewaziya qedexeya derketina derve dike, lê hikûmeta AKPê ya deshilata Serokomar Erdogan hîn ti gavek derbarê qedexeyê de neavêtiye.

Herî dawî doh Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, li şûna ku dewlet bixwe alîkariyan bide, kampanyaya bexşandina alîkariyan ji bo vîrusa koronayê tevî belavkirina hesabên bankeyan da destpêkirin.

Heta niha li Tirkiyê mirina 137 kesan ji vîrusa korona hatiye ragihandin û hejmara tûşbûyan jî ji 11 hezar kesan derbas kiriye ku yekem ragihandina fermî ya tûşbûna Covid-19 11ê Adarê hatiye kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin