PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, roja jidayikbûna Pêxemberê îslamê Hz. Muhammed bi peyamekê pîroz kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de, mewlûda pêxember li misilmanên Kurdistanê, Iraqê û cîhanê pîroz kir û wiha got:
"Bi helkefta ji dayîkbûna pêxemberê îslamî hz. Mihemed (silava Xudê lê be) ez germtirîn pîrozbahî li misilmanên Kurdistanê, Iraq û cîhanê dikim.
Ez hêvîdar im Xudayê mezin vê helkefta pîroz bike wesîleya şahî û xoşderbaskirin û geşbûna pêkvejiyana aştiyane û aramiya zêdetir di navbera hemû pêkhateyên Herêma Kurdistanê de û her wiha bibe sebeba pêkhatina aşitî û aramiyê li Iraq û Rojhilata Navîn."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin