Tirkiye: Amerîka wê zirarê bide pêwendiyên me

Tirkiye:  Amerîka wê zirarê bide pêwendiyên me

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku Tirkiye ji bernameya GPSê bê derxistin. Piştî vê biryarê aliyê Tirkiyê bertek nîşan da û ragihand ku ev biryar dê bandoreke neyênî li ser pêwendiyên herdu welatan û bi taybet di warê bazirganiyê de bike

Wezîra Bazirganiyê yê Tirkiyê Ruhsar Pekcan, di derbarê biryara Amerîkayê de got: “Ev biryar, li gel vê armanca ku hikumetên herdu welatan beyan kiribûn ku dê rêjeya bazirganiya herdu welatan bigihîje 75 milyar dolarî .”

Ruhsar Pekcan, li ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kir ku di derbarê vê babetê de pêvajoya çavdêrîkirinê ya ku ji aliyê Amerîkayê ve tê meşandin, ji meha Tebaxa 2018an ve berdewam dike û got ku “Piştî vê pêvajoyê, Amerîkayê biryar da ku Tirkiyê ji GPSê derbixe.”

Pekcan herwiha got: “Ev biryar di heman demê de dê bandoreke neyênî li ser fîrmayên piçûk û yên navincî yên Amerîkayê jî bike. Amerîka, hevkarê me yê stratejîk e û ji bo bilindkirina asta bazirganiya bi Amerîkayê re dê xebatên me berdewam bin.”

Wezîra Bazirganiyê yê Tirkiyê destnîşan kir ku di çarçoveya GPSê de Amerîkayê di heyama 11 mehên 2018an de bi qasî 20,9 milyar dolarî bûjen hawirde kiriye û para hawirdekirina ji Tirkiyê 1,74 milyar dolare ku dike ji %8,2.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin