PeyamaKurd - Piştî gotinên Ahmet Şik ên derbarê HDP'ê de, di daxuyaniya TÎPê de hat gotin, "Gotinên Şik nêrîna partiya me nîşan nade." Şik wiha da zanîn: “Ez ji dostên xwe yên HDPê û gelê Kurd lêborîna xwe dixwazim.”
Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) ji ber gotinên Parlamenterê Stenbolê Ahmet Şik ên derbarê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de lêborîn xwest.
Axaftina Ahmet Şik a bi dengdêrekî re li ser medyaya civakî hat parvekirin. Ahmet Şik ji bo kesê ku gotibû, "Ewqas kesên rijd û sekter di nav HDPê de hene" wiha bersivand, "Hîn jî hene. Binêr Selahattîn îro em perîşan kirin. Em di heman tifaqê de ne. Yê ev kir Selahattîn e. Selahattîn ji HDPê derxînin, HDP namîne."
Şik li ser gotina kesê ku pê re diaxive, "Hasip Kaplan ji Sirri Sureyya Onder re gotiye 'Bila Tirkek neyê ser partiyê. Dînamîkeke wiha jî heye'" Şik got, "Mixabin ez nerehet im. Bi vê yekê re. Têra xwe faşîstên Tirk hene. Ez nikarim bi faşîstên Kurd re mijûl bibim."
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya TÎPê hat dayîn de hat diyarkirin ku gotinên Şik ne nerînên partiyê ne.
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Gotinên wekîlê me yê Stenbolê Ahmet Şik ku îro ji raya giştî re tê vegotin, ne nêrînên partiya me ne, di heman demê de di derbarê nasnameya têkoşînê ya ku wekîlê me heta niha parastiye de jî gotinên nebaş û bê mebest hene."
Ji ber vê yekê em lêborîna xwe ji hêzên hevalbend bi taybetî ji dostên xwe yên HDPê, gelê Kurd, raya giştî ya çep û hemû welatiyên xwe dixwazin. Em ê ti carî dest ji têkoşîn û hevgirtina xwe ya aştî û biratiyê bernedin."
AHMET ŞIK: EZ JI GELÊ KURD LÊBORÎNÊ DİXWAZİM
Şik li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û got, "Ez ji hemû dostên xwe yên HDPyî û gelê Kurd û ji hevalên xwe yên TÎPê yên ku ji ber van gotinên ku fikr, niyet û hestên min nîşan nadin min aciz kirine, lêborînê dixwazim. Bêyî ku hewl bidim mijar, bûyer, kesên di bûyerê de û çarçoweya wê vebêjim û wiha got: “Beriya her tiştî tenê hewla min ew e ku zirarê nedim daxwaza me ya aştî û biratiyê û hêviyên ku di nav tifaqa me de hene."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin