Trump dorpêçê danî ser Alî Hamaney û yên nêzîkên wî

Trump dorpêçê danî ser Alî Hamaney û yên nêzîkên wî

PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Donald Trump bo pêşîlêgirtina Îranê ku di Rojhilata Navîn de destekê dide grûbên tundrew û dixwaze sîlihên nukleerî bipêş bixe, tedbîrên nû bo Îranê danî. Trump biryarnameyê îro îmze kir. Di hedefa dorpêçên nû de serokê dînî yê Îranê Ayetullah Alî Hamaney û fermandarên leşkerî yên di asta bilind de hene. Di dorpêçan de heyiyên malên van kesan yên li Amerîkayê hene, dest datîne ser wan. Trump, di vê mijarê de bo çapemeniyê weha ragihand:

“ Heya rejîma Îranê dev tevgerên xwe yên bi talûke bernede, dev ji hilberîna sîlihên nukleerî bernede, dev ji dewlemendkirina ûranyûmê bernede, heya balîstîk fuzeyan bipêş bixe, destekê bide terorê, şerên biyaniyan geş bike û heya dev ji ji dijmnahiya Amerîkayê û hevkarên wê bernede, em ê dorpêçan bidin dewam kirin.”

Trump, hem di ser hesabê xwe yê Twitterê de peyamekî belav kir û tê de ragihand ku bo çi guzergahên keştiyên welatên din diparêzin. Divê wan welatan keştiyên xwe biparêzin. Trump behsa Çîn û Japonyayê dike û dibêje di wan guzergahan de bila ew keştiyên xwe biparêzin.

Di rojên pêşiya me de civîna G-20an heye. Gelek mijar wê di wê civînê de bên axaftin. Di civînê de dê trafîkeka gelek xurt hebe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin