PeyamaKurd – Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Tendirustiyê li Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek li ser nexweşiya kolerayê belav kir û diyar kir, rêkarên tund ji bo kontrolkirina nexweşiya zikçûnê û rêşlibergirtina belavbûna nexweşiya kolerayê, cîbicî dikin.
Li gor daxuyaniyê, plana berfireh ji bo vê mebestê ragihandine û arasteyî rêveberiyên giştî yên tendirustiya parêzgeh û îdareyên serbixwe dikin.
Hat ragihandin ku tekezî li zêdekirina karên pêwîst ji bo aktîvkirina lijneyên fermangeh û parêzgeh û îdareyên serbixwe û tîmên dîtina halet û şiyana taqîgeh û pişkinîn û derman û pêwîstiyên bijîşkî û nexweşxaneyan ji bo pêşwazîkirina pêketiyan hat kirin.
Herwiha eşkere kir, divê hevahengî ligel Wezaretên Bajarvanî û Çandinî û berfirehkirina helmeta hişyariya tendirustiyê ji bo welatiyan bi rêya dezgehên ragihandinê û mamosteyên olî yên rêzdar û çavdêrîkirina cihên giştî li nav bazar û xwaringeh û çavkaniyên vexwarinê were kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin