PeyamaKurd- Nivîskara Kurd a ji Dêrika Hemkoyê Zehra Ehmed pirtûkek li ser referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê nivîsand.
Nivîskar Zehra Ehmed sêyemin pirtûka bi navê “Pêşmerge Mesûd Barzanî û Vîna Referendumê” belav kir.
Zehra Ehmed di pirtûka xwe de, behsa referenduma serxwebûna Kurdistanê dike, ku di 25ê Îlona 2017an de, hate encamdan.
Nivîskara Kurd Zehra Ehmed, referandumê weke belgeyeke siyasî, yasayî û dîrokî bi nav dike. Pirtûk di 162 rûpelan pêk tê. Di nav de jî, behsa qehremaniya hêzên Pêşmergeyan û Barzaniyê Nemir Mele Mistefa Barzanî û Serok Mesûd Barzanî dike.
Îro 25ê Îlonê roja salvegera referanduma serxwebûna Kurdistanê ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin