'Ji bo bicihanîna reforman îradeyeke bihêz a Mesrûr Barzanî heye'

'Ji bo bicihanîna reforman îradeyeke bihêz a Mesrûr Barzanî heye'

PeyamaKurd - Parlementera Partiya Geşepêdana Turkmenan li Parlementoya Kurdistanê, Sara Dilşad ragihand, proseya reforman li Herêma Kurdistanê di dema qeyrana darayî û qeyrana vîrusa Koronayê de tê berdewamkirin ku ew jî diyar dike, îradeyeke bihêz a Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo çaksaziyê heye.

Li gorî nûçeya BasNewsê Sara Dilşad gotiye, yasaya çaksaziyê yek ji xeta girîng a kabîneya nehem a Herêma Kurdistanê ye û ji ber wê yasa tê cîbicîkirin û destnîşan dike, cibîcîkirina yasaya çaksaziyê wê tesîreke wê hebe li ser rewşa xelkê Herêma Kurdistanê û aboriya Herêma Kurdistanê.

Sara Dildaş li ser rola Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di warê cîbicîkirina yasaya çaksaziyê de jî wiha axivî:

“Îradeya çaksaziyê gelekî bihêz e û divê her were cîbicîkirin. Serokwezîr îradeyeke wî ya bihêz heye bo cîbicîkirina yasaya çaksaziyê. Pêwîste bo encamdanê em hemû piştevaniyê lê bikin û yasaya çaksaziyê têkelî nakokiyên siyasî nekin. Çunke yasa ya hemû xelkê Herêma Kudistanê ye. Hemû aliyên siyasî di kabineya nehem de beşdar in. “

Dildaş destnîşan kir, divê parlemento çavdêriya çawaniya cîbicîkirina yasaya çaksaziyê bike û hikûmet jî her ji 3 mehan derbarê cîbicîkirina yasayê de raportan pêşkêşî hikûmetê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin