Li Sûriyê 3 hezar û 500 kesên din hatin texliyekirin

Li Sûriyê 3 hezar û 500 kesên din hatin texliyekirin

PeyamaKurd - Ji Humsa Bakur a di dorpêça rejima Esed de texliyeyên mecbûrî dewam dikin.

Qefleya 3yan a ji ber êrîş û dorpêçê ji herêmê derketibû rê gihîşte Îdlibê û rojavayê Helebê.

Li gor agahiyan qefleya texliyeyê ya 3yan a 3 hezar û 500 kesî û ji bakurê Himsê ya dorpêçkirî derketibû rê bi şev gihîşte Helka Maîkê ya gundê Hemayê.
Kesên di qefleyê de paşê birin Îdlib û rojavayê Helebê û li wê derê di mizgeft, sitargeh û xwendingehan da hatin bicîkirin. Bi vê konvoya dawîn va hejmara kesên ji Humsê hatin texliyekirin ji 9 hezarî derbas kir.

- Rewşa texliyeyên ji Humsê

Bakurê Humsê ya di kontrola mixalifan de ev 5 sal e di dorpêçê de ye. Li herêmê di navbera 200 û 250 hezarî de kes dijîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin