PeyamaKurd - Li Silêmaniyê ji ber xwepêşandana xwendekarên zanîngehê, encûmena zanîngeha Silêmaniyê biryara 2 rojan ya girtina dibistanan da.
Zanîngeha Silêmaniyê îro roja sêşemê 23yê Mijdarê bi daxuyaniyekê ragihand, encûmena zanîngeha Silêmaniyê ji bo arambûn û asayîbûna rewşê biryar daye zanîngeh û kolej 2 rojan bên girtin.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin: ‘’Îro roja sêşemê 23.11.2021ê Encûmena Zanîngeha Silêmaniyê di civîna xwe de ligor wê desthilata xwe li gor maddeya sêzdem / birgeya yekem/ xala nehem di yasaya Wezareta Xwendina BIlind û Lêkolînên Zansitî, li ber parastina canê xwendekaran û li ser daxwazae ji malbatên xwendekaran biryar hatiye dayîn zanîngeh di heyama 2 rojan de ( 24- 25.11.2021) werin girtin.’’
Hêjayî gotinê ye, ev 2 roj in ji ber xwepêşandana xwendekarên Silêmaniyê alozî li zanîngehan peyda bûye ku Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê jî piştgirî li daxwazên xwendekarên zanîngeh û peymangehan dike û dixwaze dezgehên asayişa navxwe li Silêmaniyê bi berpirsiyane û dûrî tundûtûjiyê serederiyê bikin û erkê xwe yên parastina xwendekaran bi cih bînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin